Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Îsraîlî li Misrê ye bo bizava rawestandina şerri digel Hamas


Şandeyeke Îsraîlî li Misrê ye da bizavê biket bo rêkeftinekê li ser rawestandina şerri digel komela milîtanêt Hamas ya Filistîni ku desthilatê li ser herêma Xezze diket.

Îsraîlê evro ew şande hinarte Qahîre piştî hêrîşeka berfireh ya leşkerî li ser Xezze paşêxistî da pitir wextî bidet bo danûstandina.

Bi alîyekî dî ve bi peqînekê li xanîyeki Xezze li jêr desthilata Hamas çar kes hatine kuştin, yek ji wan zarok bû û pitir ji 32 kesêt dî birîndar bûn.

Karbidestêt Hamas dibêjin ew peqîne li bajêrokê Beyt Lahîye evro qewimî bi hêrîşeka firrokên Îsraîlî bûye.

Berî hingî karbidestêt nexwoşxanek Felestînî got ku Hêzêt Îsraîlî du milîtanêt Felestînî kuştin di şerrekî da nêzîkî nuqta tuxîbî Erez navbera Îsraîlê û herema Xezze de.

Leşkerê Îsraîlî got hêzêt wî teqe li komeleke Felestînî kir ku bombe diçandin li nêzîkî tixubî.

XS
SM
MD
LG