Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush digel Papa kom bû û berev Parîsê çû


Serokê Amerîka George Bush digel Papa Benedict kom bû li Vatîkan ku li ser kêşeyên mezinên cîhanê bi peyivin.

Karbidestan got axaftina li Baxçeyên Vatîkan li ser kêşeyên wek globalîzasyon, Rojhilata Navîn, kêşeya xwarina cîhanê û bizava li dijî nexweşîya AIDS û hejarîye bûne.

Rêzdar Bush piştra çû Parîsê da ku axaftineke kurt bike li ser girîngîya têklatîya xurt ya navbera Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Ewropa.

Şêwirmendê Niştimanî yê Tenahîya Welatên Yekgirtîyên Amerîka Stephen Hadley got rêzdar Bush dê ji rêberên Ewropî bixwaze ku digel Amerîka ji nêztir ve kar bikin li ser aştîya li Rojhilata Navîn.

Rêzdar Hardley got têklatîya navbera Amerîka û welatên Ewropî hej qewîtir bûne jiber rêberên niha li welatên wek Îtalya, Brîtanya, Almanya û Fransayê.

Qesra Sipî dibêje dê axaftina rêzdar Bush herwisa bîranîna salvegera 60 ya Plana Marshall bike.



XS
SM
MD
LG