Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelê Îrlandayê peymana Yekîtîya Ewropa qebul nekir


Televîzyon û Radyoya dewleta Îrlandayê RTE dibêje dengderên Îrlandî peymana nû ya Yekîtîya Ewropayê qebul nekirîye.

Encamên fermî yên referanduma duhî pêncşembîyê heta derengîya îro heynîyê nayê belav kirin belê Wezîrê Dadê yê Îrlandayê Dermot Ahem jî bi heman gumanê dibeje ku dê peyman bi ser nekeve.

Medyaya Îrlandî dibêje 45% yên xelkê Îrlandayê yên ku karibûn dengê xwe bidin, di referandumê de beşdar bûne û hindek şareza digotin ku eger beşdarbûna xelkê kêm be dê di encama dengdanê de peymana YE neyê qebul kirin.

Eger di dawîyê de bersiva gelê Îrlandayê "nexêr" be ne dîyar e ka gelo piştî wê dê rêberên Yekîtîya Ewropayê çi bikin. Li du qanuna peymana Yekîtîya Ewropî jibo debaz bûna peymanê lazime peyman ji alî tevahîya 27 welatên endam ve bê qebul kirin. Parlamanên piranîya welatên endam ev peyman "erê" kirîye belê di nav van welatan de bi tenê Îrlanda referandumekê kirîye.

XS
SM
MD
LG