Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush û Brown li London kom dibin û Brîtanya soza zêdekirina serbazan da bo Afganistanê



Serokê Amerîka Gorge Bush dilxweş bû jiber soza Brîtanya ya bo şidandina toleyên li dijî Îranê û zêdekirina serbazan li Afganistanê jibo şerrê dijî xirabkarên Talîban.

Rêzdar Bush û serokwezîr Gordon Brown îro duşembîyê bi hevre li Lomdonê di konferanseke rojnamevanîyê de hevalbendîya xwe anîn zimên bo Îran, Iraq û Afganistanê. Rêzdar Brown got jimara serbazên welatê wî yên bo Afganistanê evcar dê bi gihîje bilindtirîn pilleyê û got li ser vê babetê îro di demeke dereng de ew dê bi dirêjahî agahîyekê ragihînin. Wî herwisa got hikumeta wî dê hêza xwe berdewam li Iraqê bihêle û bi vî awayî dawîya miştûmirê anî li ser ku qaşo ku wê ew li dawîya salê hêza welatê xwe ji Iraqê vekêşanda.

Serokwezîr Brown herwisa ragihand ku Brîtanya dê hemu hesabên li mezintirîn banqa Îranê bi şemirîne. Wî got eger Tehran digel welatên rojavayê şaşîya li ser bernama xwe ya navokî ya kêşe li ser rast neke Ewropa bi temamî amade ye ku toleyên dijî Îranê zêde bike.

Rêzdar Bush îro li Belfastê li cihê ku ew û rêzdar Brown digel rêberên parêzgehan kom dibin dê seredana xwe ya heftîyekê ya bo Ewropayê bi dawi bîne.


XS
SM
MD
LG