Karbidestên
Felestînî dibêjin şandeyeke bizava Feth ya serok Mahmud Abbasî roja sêşemê diçe
devera Xezze da ku danûstandinên li hevhatinê bikin digel hevrikên xwe yên
Îslami yên Hamasê.
Rêberê Feth yê bo Kenara Rojava Hikmet Zeid got ew dê serokatîya wê yekemîn
şandeyê bike ku ev şande nunerayetîya bizava sekuler anku îlmanîyan e û welatên
rojava piştevanîya wê dike li Xezze ji dema ku Hamas kontrola wê deverê wergirtîye
destê xwe.
Zeid got tu nîyeta wî nine ku di dema seredana xwe de digel Hamas kom bibe belê
ew dê bi rêberên Feth yên li Xezze re kom bibe ku piranîya wan rêberan li dijî
lihevhatinê ne digel Hamasê.
Ajansa Peyamên Reuters li ser zarê Zeid dibêje bizaveke Ereban heye ku berî
meha şeş-Xizîran bi dawî bêt li Qahîrê (tevî Hamas û Feth) hemu bizavên
Felestîni li hev bicvînin.
Piştî daxwaza rêzdar Abbasî bo li hevhatinê li destpêka vê mehê karbidestên
herdu komeleyan li Dakar, Senegalê kom bûbûn.
Di daxuyanîyekê de bizavên Feth û Hamas bi hevre dibêjin ku wan danûstandinan
di navbera herdu alîyan de rêzgirtin û bawerîyê xurttir kirîye.