Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice bi seredan li Beyrudê ye û piştevanîya xwe dîyar kir bo serokê nû yê Libnanê


Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice digel serokê nû hilbijartî yê Libnanê kom bû û
piştevanîya xwe anî zimên bo hikumeta welatî ya ku hê nû dê bête danan.

Ji dema ku li meha buhurî rêkeftineke dabeş kirina desthilatê hate kirin li Libnanê Rice dibe yekemîn karbidesta bilind ya Amerîka ku digel serok Michel Suleyman kom bibe.

Xanim Rice îro duşembîyê got niyeta Amerîka heye ku piştevanîya hikumeta nû bike her çende ev hikumet zêdetir hêzê dide komeleya milîtana Hizbullah.

Wezareta Derveya Amerîka Hizbullah wek komeleyeke terorîst binav kirîye belê Rice dibêje Amerîka piştevanîya wê rêkeftina desthilatê dike jiber ku ev rêkeftin berjewendîyeke xelkê Libnanê ye û jiber vê yekê jî berjewendîya Amerîka ye.

Rice dê herwisa digel serokwezîr Fuad Sinyora û hindek mezine karbidestên din yên Libnanê kom bibe wek peyivdarê parlamanê Nebih Berrî û rêberê piranîyê Saad Hariri.

XS
SM
MD
LG