Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di kiryareke hêzên Afganî û NATOyê de 20 milîtan li Kandahar hatine kuştin



Karbidestên Afganî dibêjin nêzi 20 milîtanên Taliban li başura welatî hatine kuştin bi kiryareke bi hevre ya hêzên NATOyê û yên Afganî li dijî xirabkaran.

Wezareta Parastina Afganistanê got du karbidestên Leşkerê Afganistanê jî di kiryarekê de hatine kuştin li parêzgeha Arxandab li bakûra bajarê Kandahar. Kiryara lekerî ya bi hevre di destpêka îro da hate kirin bi helîkopterên çekhilgir û çekên giran.

Wezareta Berevanîyê roja sêşemê gotibu ku bi sedan şervanên Taliban ketine nav çendin gundên li nêzî Kandahar belê Wezareta Berevanîya Amerîka piştra got ku ew daxuyanî şaş e.

Bi hezaran kes ji xelkên deverê malên xwe bê cih hêlane. Firokeyên NATOyê kaxizan berdidan xwarê ku têda ji xelkê dixwastin eger şer derkeve ji xanîyên xwe dernekevin.

Herwisa îro Wezîrê Berevanîya Brîtanya got çar ji serbazên wê roja sêşembîyê bi bombeka li ser rê veşartî hatine kuştin li demê kiryareke li parêzgeha Helmand.

XS
SM
MD
LG