Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka dibêje milîtanên Şî'a fermana teqîna roja sêşembîyê li Iraqê daye


Leşkerê Amerîka dibêje komeke xayîn ya Şî'a roja sêşembîyê fermana teqandina otomobîleke bombebarkirî daye li taxeke Şî'a li Bexda da ku tundûtûjîya tîreyî li dijî Sunnîyan zêde bibe.

Peyivdarê Leşkerî Steven Stover roja çarşembîyê got bi êrîşa ku bûye egera kuştina 63 kes û burîndar bûna 75 kesan, karê komekê bûye ku jêre dibêjin "'komika bi taybet ya Şî'ayan" û Haydar Mehdî Xadum El Fewadî serokatîya wê dike.

Stover got Fewadî fermana wê êrîşê daye da ku jinûve bi cih kirina Sunnîyan li taxa Hurriya bête sekinandin.

Hêrîşa roja sêşembîyê kujektirîn hêrîş bû dinav sê mehên buhurî de ji dema ku hêzên Amerîkî û Iraqî dest bi rêkeftinekê kirine digel milîtanên Şî'a.

Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirti Ban Ki-moon ew hêrîş bi girantirîn gotin şermezar kir û got ew hêrîşeke lewitî bûye.

Herwisa îro hêzên hevalbendîyê gotin wan li taxên Bîac û Musilê di kiryarên dijî El Qaîde de terorîstek kuştîye û 15 terorîstên gumanlêkirî jî girtine li bakûra Iraqê.

XS
SM
MD
LG