Rêberên Yekîtîya Ewropî biryara li ser paşeroja Biryarnama
Lisbonê heta meha deh-Cotmehê bi paşvexist.
Mesela li ser ka çi bikin ji vê Peymannamê ya ku pêdivî ye
bo birêvebirina firehbûna Yekîtîye, bûye kêşeyek û sîya xwe xistîye ser hemu
babetên kombûna du rojan ya Ewropî li Brukselê ku îro roja wê ya dawîyê ye.
Ji heftîya buhurî ji dema ku xelkê Îrlandayê di referandumekê de Peymannameya
Lisbonê qebul nekirin û heta niha rêberên Ewropî ketine nav tengasî û kêşeyekê.
Herçiqasî daxuyanîyên karbidestên Çekî îro heynî piştrast nekiribe jî rêberên Yekîtîyê piştras
kirin ku hêjta pirsgirêkên desturî yên Komara Çek hene bo pesend kirina
Peymannameyê.
Di daxuyanîya dawî ya kombûnê de herwisa behsa bilindbûna buhayê niftê,
zêdegavîyên li ser mafên mirovan li Efrîqa û kêşeya li ser nave fermî yê welatê
Makedonya hatîye kirin