Dîplomatên
navnetewî li Neteweyên Yekgirtî zêdegavîyên cinsî li dijî kesên sivîl mehkum
kirin di demên şerrî de û daxwaza toleyên micidtir kirin bo parastina jin û
zarokan ji van zêdegavîyen bi vî awayî.
Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice serokatîya kombûna roja pêncşeme ya
Civata Tenahîha Neteweyên Yekgirtî kir.
Li dawîya kombûne dîplomata gihîştin biryarekê ku daxwaza bi domahî înana
zêdegavîyên cinsî dijî kesên sivîl li demê şerrî de bikin. Û herwiha ew biryare ji Neteweyên Yekgirtî
xwestî ku vekolînê bike û herwiha raportekê derxe li ser wan zêdegavîyan.
Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon jî pesnê wê biryarê da û got
li hindek welatan ev tawane gihîştîye pilleyek bê hesab.