Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stranbêj Bulent Ersoy bi tometa hindê ku xwestîye xelkê dijberî leşkerê welati  dine bidet tête dadgeh kirin



Dadgehek Turkîye dest pêkirîye bi dadgeh kirina stranbêjek naskiri ya Turkîyê bi tometa hindê ku xwestîye xelkê dijberî leşkerê welati dine bidet.

Dozgeran li Stenbolê hunermenda Turk Bulent Ersoy roja çarşembîyê tometbar kirin ku xwestîye xelkê dijberî xizmeta leşkerî dine bidet bi wan axaftinên k u îsal zû li ser bernameyek televîzyonê araste kiribû.

Ersoy got eger wê çi zarok hebûna wê rêk nedida ew têkelî leşkerî bibin da ku şerrê serhildayên Kurdên cudahîxwaz bikin.

Wê ew axaftin li meha du, îsal kirin demê leşkerê Turkî dest bi êrîşek derveyî tixubî kir dijberî serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ku li bakûrê Iraqê bi cîh ne.

Ersoy ku li sala 1981ê bi neştergerîyê xwe bi regeza jin guhart, weku stranbêja herî naskirîya muzîka klasîka Turkîyê tête hesêb kirin.

XS
SM
MD
LG