Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hêrişeka xwekujî 15 kes li Iraqê hatin kuştin


Karbidestên Iraqî dibêjin hêrişbereka xwekuj xwe nizîkî nivîsîngehên hikûmî li bakora Bexda peqand u bi kêmî ve 15 kes hatin kuştin û 40 kesên dî birîndar bun.

Wê hêrişberê xwe li bajêrê Beqûbe, paytextê parêzgeha Diyale peqand û karbidest dibêjin bi kêmî ve pênc polîs di wê hêrişê da hatin kuştin.

Li çend mehên bûrî, hêrişên jinên xwekuj li Iraqê zêde buye.

Karbidestên leşkirê Amerîkî dibêjin giropa El-Qayde li Iraqê jinan jibo hêrişên xwekujî bikar dînin jiber ku jin bi asanî li xalên vekolînên parastinê derbaz dibin.

Bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG