Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Krêkarên Afrîka Başur piştevanîya xwo bo Morgan Tsvangirai dîyar kir


Partîya rikeberîya serekîya Zimbabwe dibêjitin bi nivîsîn biryara vekêşanê ji hilbijartinê roja duşembê piştrast kirin.

Peyivdarê Bizava Demokratik bo Guhorînê ragihand ku name îro sêşembîyê hate hinartin bo raspêrîya hilbijartinên Zimbabwe.

Ji alîyekî dî ve Kongreya Yekîtîya Bazirganîya Afrîka Başur ya bi desthilat daxwaza hevkarîya krekarên cîhanê kir da serokê Zimbabwe Robert Mugabe û hikumeta wi ji cîhanê cuda bête kirin.

Di beyannama îro sêşembîyê belav bûy Kongreya Yekîtîya Krêkarên Afrîka Başur piştevanîya xwo bo rêberê rikeberan Morgan Tsvangirai dîyar kir û herwisa daxwaza vegerandina wî kir bo hilbijartinên roja êyniyê û gotin dengdan ragihandina şerrî ye dijî gelê Zimbabwe ji layê rejima Mugabe.

Li roja duşembî Neteweyên Yekgirtî kiryarên tund û dijwar dijî rikeberên Zimbabwe şermezar kir û gotin hilbijartinên serokatîyê azad û rewa nabin.

XS
SM
MD
LG