Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran dibêjitin toleyên Yekîtîya Ewropî çi karîgerîyê li ser bernamê wê yê navokî naket


Îran dibêjitin tolên nû yên ji layê Yekîtîya Ewropayê ve hatine sepandin çi karîgerîyê li ser bernamê wê yê navokî naket.

Peyivdarê Wezareta Derveya Îranê Muhammed Elî Huseynî îro duşembê ev daxuyane dan piştî rojekê ji pesend kirina toleyên nû li ser Îranê ji layê 27 welatan ve.

Karbidestên Yekîtîya Ewropî duhî duşembîyê li Luxemburgê kom bûn û gotin ew dê diravê Banka milliya Îranê ragirin û dê êxite jêr çavdêrîya dadgeha Ewropî.

Herwesa Yekîtîya Ewropî dê rîyên hatin û çûnê li Îranîya girit ewên karî li bernameyê navokî yê Îranê dikin.


XS
SM
MD
LG