Hevalbendê serekîyê hikumeta Îsraîlî yê serokwezir Ehud Olmert qayîl bûye ku biryara xwe jibo razîbûnê li ser hilweşandina parlamanî lêve bibit.
Biryar waye biryara hilweşandinê îro çarşembîyê bikevite ber dengdanê.
Partîya Kar ya bi rêveberîya Wezîrê Berevanîye Ehud Barak îro çarşembîyê qayîl bûye ku dengên nerênî li ser biryarê bidit, heker ne çêdibî û parlamanekî nû hatiba damezirandin.
Partîya Kadima ya rêzdar Ehud Olmert soz daye ku li 25e meha neh dengdanên berahîya destpêbikit, bi armanca hilbijartina serokwezîrekî tir.
Hejî gotinê ye ku Partîya Kar soz daye xwe ji rêberîya hevalbendîyê derbêxit heke rêzdar Olmert xwe ji ser karî paşve nekêşit.