Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarê nenas dadwerekî Iraqî di otomobîla wî da kuşt


Karbidestên Iraqî dibêjin dadwerekî bilindê devereka rojhilata Bexda bi destê çekdarekî hate kuştin.

Li dûv gotina peyivdarekî dadgehê dadwer Kamîl Şuweylî bi destê çekdarekî nenas ku xwe di otomobîla wî da veşartibû hatîye kuştin dema ew di otomobîla xwe da diçû malê.

Di peyameka dîtir da leşkerê Amerîkî ragihand ku jiber nexweşîya seqayê dinyayê, veguhastina parastinê li devera Anbar bo destê hêzên Iraqî dê paşve êxitin.

Leşkerê Amerîkî got jiber bahoz û barana bi xwelî û sîlê, hêzêt hevalbend û Amerîkî neşên rêûresma veguhastina desthilatê amade bikin.




XS
SM
MD
LG