Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezintrîn komela Erabên Sunnî di perlemanê Iraqê da dibjit li hîvîye vegerête hikometê


Mezintrîn komela Erabên Sunnî di parlemanê Iraqê da dibjit nizîke vegerte hikometa bi rêberiya serok wezîrê şîa Nori Al Malikî.

Peyvdarê beroka Twafuq roja Sêşembê got komela wî lîsta kandîdên xwe daye serok wezîr Malikî bo pir kirna bi kêmî ve pênc wezaretan.

Ew komela Erebên Sunnî li meha 8 par xwe ji hikûmeta Yekgirtî ya niştîmanî vekêşa û got hikûmeta bi rêberatiya Şî'an karekê baş ne kirye bo kêmanya Sunniyan.

Her roja sêşemy polîsên Iraqê got bi teqîna kamyoneka bombe kirî li nizîk mala şêxekê erebên sunnî li bajêrê Mosilê bakora Iraqê yek kes hate kuştin û 25 kesên dî birîndar bun.

Bi aliyekê dî ve, polîsên Iraqê got di jimareka hêrişan da roja sêşembî pênc kes li parêzgeha Diyala hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG