Ji aliyekî ve aloziyên siyasî ya li Turkiyê û doza girtinê ya li dij partiya desthelatdar AKPê li ber dadgeha destûra bilind tê dîtin ji aliyê din de jî li başûra rojhilata Turkiyê şer û pevçûnên navbera serheldayên Kurd û serbazên Turk her berdewame. Hat ragihandin kiryarên leşkerî yên li Dêrsim û Çiyayê Gabarê jî didomin.
Rojnameya Hurrîyetê ya Turk jî ragehand sê mehê li nêzî gundê Anîtos (Yoncali) a bi ser Colemêrgê di navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û serbazên Turk de şer derket.
Di encama vî şerî de du serhelda hatin kuştin û her weha digel serheldayên kuştî de 46 çek jî hatin girtin.
Ji aliyê din de jî Ajansa Nûçeyan a Firatê jî sebaret bi vê bûyerê radihegîne ku ev du kesên ku hatine kuştin û tên gotin ku endamên PKKê ne, ne serhilda ne ev kes şivan bûn ku li wê herêmê pez diçêrandin.
Piştî termên van kesan du roj li erdê hatibûn hiştin roja şembî birin nexweşxaneya Wanê. Li pêşiya morga nexweşxaneyê jimarek endamên Partiya Civaka Demokratîk DTP û gelek nûnerên rêkxistinê sivîl ên civakî kom bûne û xwestin buyer were rohnî kirin.