Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêriş dijî konsulxaneya Amerîkî ya Stenbolê hat kirin

Roja çarşembî li dij konsulxaneya Stenbolê ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka hêrişeke çekdarî pêk hat. Rayedarên Turk ragihand pênc hêrişber di nav otombîlekê de hatin pêşiya avahiya konsulxaneya Amerîkî û çar ji wan peya bûn û gulle berdan bi ser polêsan ku li ber derge rawestiyabûn.

Piştî vê, polêsan jî bi çekan bersiv da hêrişkaran û di encama vî şerî de sê polêsên Turk û 3 hêrişber hatin kuştin. Her weha du polês jî hatin birîndar kirin. Şahidên bûyerê jî ragihandin ku 2 hêrişber jî digel otombîlê ku pê hatibûn konsulxaneyê bêyî ku werin birîndar kirin ji cihê bûyerê reviyan. Polês niha li dû van kesan digerin.

Piştî bûyerê fermandarê Stenbolê Muammer Guler diyar kir ku du hêrişber ku hatine kuştin welatiyên Tirkiyê ne ku navê yek ji wan Erkan Kirgiz e ku di sala 1982'an de li bajarê Bêdlîsê ji dayîk bûye. Fermandarî her weha got ew hewlê didin ku nasnameya hêrişberê sêyemîn jî bizanin.

Fermandarê Stenbolê wekî din got bê guman ev hêriş hêrişeke terorîstî ye û hêrişber bi xwe jî zanibûn ku ew nikarin bikevin avahiya konsulxaneyê ji ber ku tedbîrên ewlekariyê gelek zêde ne lê dîsa jî hêriş pêk anîn. Polês niha tomarên kamerayên ewlehiyê temaşe dike ku bikaribe derbarê hêrişberan de agahî peyda bike.

Wezîrê Kar û Barên Navexweyî yê Turkiyê Beşîr Atalay jî sebaret bi vê hêrişê daxuyaniyek da û got hîna gelek zû ye ku ew bikaribin derbarê bûyerê de şîroveyan bikin. Lê belê derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye dest pê kirin û li dû gotinên şahidan û delîlan ew dê paşê daxuyaniyekê bidin raya giştî. Atalay her weha got ew dê here Stenbolê da ku cihê bûyerê bi xwe bibîne.

Her weha hat ragihandin konsulxaneyê jî tîmeke taybet şandiye cihê bûyerê da ku sebaret bi vê hêrişê agahiyan wer bigire. Hevdem, balyozê Amerîkî Ross Wilson jî daxunayiyek da û spasiya polêsa Turk kir. Wilson her weha got tu tişt nikare hevalbendiya di navbera her du welatan xera bike ku ev her du welat li dij terorîzmê hevkariyê dikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG