NATO ragehand ku xirapkara hêriş kire ser bingehekê nu yê leşkerî li rojhelata Afganistanê û neh serbazên Amerîkî di wê hêrişê de hatin kuştin.
Peyvdarê NATO Mark Laity got xirapkara roja yekşembî hêriş kire ser wî bengehî li herêma Kunar û şiyan bu demekê kurt biçine nav beşekê wî bengehî.
Di wê hêrişê de, ku yek bî ji xwînavîtirîn hêrişên dijî hêzên Amerîkî ewêt sala 2001, 15 serbazên Amerîkî û çar serbazên Afganî birîndar bun.
Laity got jimareka zora xirapkaran li hêrişên asmanî yên NATO hatin kuştin.