Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata serokatiya Iraqê kanona helbijartina parêzgehan ret kir



Civata serokatiya Iraqê bernivîsa kanona helbijartina parêzgehan ret kir û ew bernivîs dîsa diçîte pêş perlemanî û buheye helbijartînên heyva 10 bêne paşêxistin.

Serokê Iraqê Celal Talebanî û cêgirê serokî Adil Ebdul Mehdî ew bernivîs ret kir, demê ku cêgirê serokî Tariq El Haşimî li dervey welatî ye.

Birêz Talebanî got ew bi kanonekê razî na be ku ji layê kêmtir ji nîva 275 endamên perlemanî ve hatiye pejirandin.

Perlemanê Iraqê roja sêşembî bernivîsa kanona helbijartina parêzgehan pejirand, herçende kanondanerên Kurd hola perlemanî hêla. Endamên Kurd yên perlemanî nerazî bun biramberî bikar anîna dengdana nepenî bo helbijartinên bajêrê Kerkukê.

XS
SM
MD
LG