Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict daxaza parastina Kiristiyanên Iraqê diket


Papa Benedict daxaza parastina Kiristiyanên Iraqê diket li demê kombûna wî digel serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî.

Rêberê Katolîk roja eynî li Castel Gandolfo, başora Romê, digel birêz Malikî kom bu.

Nivîsîngeha ragehandina Vatîkanê got di kombûna nêvbera Papa Benedict û birêz Malikî de basê koçberên Iraqî hat kirin ku ji ber şerî mal û bajêrên xwe hêlayne û zorîna wan Kiristiyanin.

Serok wezîrê Iraqî soz da Papa Benedict ku hikûmeta wî kar diket bo vegerandina Kiristiyana bo malên xwe li Iraqê.

Wî daxaz ji Papa kir da Kiristiyana han bidet vegerênev Iraq û hevkariyê biken bo avakirineva welatî.

Birêz Malikî herwesa daxaz ji rêberê olî yê Katolîk kir seredana Iraqê biket.

XS
SM
MD
LG