Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karadzic yekem car berev rûyê dadvanê gunehbarîyên şerrî yê NY dibît


Rêberê Sirbîyên Bosniya yê berê Radovan Karadzic îro pêncşembîyê bo yekem car berev rûyê dadvanê gunehbarîyên şerrî yê Neteweyên Yekgirtî li Hague dibît da ku bersiva tometbarîyên derbarê jenosidê bidet.

Karadzic roja çarşembîyê gehîşte Hague heftîyekê piştî ku polîsê Sirbîya ew li Belgradê girt piştî ku 12 salan ew fîrarî bû.

Dadvan dê derfetê bidete Karadzic ku berevanîya xwe biket, eger wî red kir dê mehek zindanê jêre bête dîyar kirin hetanî ku berevanînameya xwe têxete ber vekolînê.

Karadzic berev rûyê 11 dozên jenosidê û gunehbarîyên şerrî ye li ber hindê ku guya wî xwestîye bi awayek tîreyi musilmanan û Kroatan dinav şerrên 1990an de ji Bosnia-Herzegovina ramalît.


XS
SM
MD
LG