Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alexander Solzhenitsynê temen 89 salî mir


Alexander Solzhenitsyn, romannivîserê Rusî yê ku xelata Nobel wergirtîye û kitêbên ku gelek rexne li hikumeta Sovyetê digirtin nivîsîbûn li temenê 89 salî mir.

Kurê wî roja yekşembîyê got Solzhenitsyn jiber rawestana dilê wî mirîye.

Solzhenitsyn li Yekîtîya Sovyetê bo şerrê dijî sînordar kirin û tepeserkirinê wek sembolek bû.

Li sala 1945 hukmê heyşt salan jêre hatibû birîn di kampên zindanî kirinê de û piştra ew sirgunî Kazaxistan kiribûn jiber ku nameyek ji hevalekî xwe re şandibû ku têde rexne li dîktatorê Sovyetê Josef Stalin girtibû.

Dema vegerîya Rusyayê jiber ku sînordarî kirina fermî ji alî rêberê Sovyetê Nikita Khrushchev ve hatibû sist kirin wî li sala 1962 romanek bi navê "Rojek ji rojên jîyana Ivan Denisovich" nivîsî ku têde behsa jiyana xwe ya di kampa xebatê de dikir.

Belê piştra nivîsên wî yên ku rexne li Kremlin digirtin hatin tepeser kirin. Kremlin mafê wî yê hevwelatîyê ji destê wî sitend û piştî romana wî ya bi navê "Arkipelagoyên Gulagê" li sala 1974 li Rojava hate çap kirin ew şande sirgunê.

Solzhenitsynê ku li sala 1970 xelata Nobel ya bo edebîyatê wergirtî, di dawîyê de koç kire Welatên Yekgirtîyên Amerîka lê li sala 1994 vegerîya Rusyayê.


XS
SM
MD
LG