Wisa hatîye ragihandin ku îro sêşem serokwezîrê Turkîye Recep Tayyip Erdogan digel serokê Surîya Beşar Esad kom dibe.
Erdogan jibo ku digel serokê Surîya Esad yê ku jibo bêhnvedanê çûye Turkîye kom bibe dê biçîte havîngeha Bodrumê.
Dibêjin ku dê serokwezîr Erdogan û Beşar Esad dê axaftinan bikin li ser danustandinên aştîyê yên Surîya û Îsraîlê yên ku bi navberîya Turkîye dimeşin.
Wisa çaverê tête kirin ku herdu rêber herwisa li ser bernama navokîya Îranê jî bipeyivin.
Berî ku Esad here Turkîye li Tehranê digel serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad kom bûbû û piştevanîyê dabû bernama navokîya wî welatî.