Karbidestên saxlemîya Endonezya dibêjin dîyar bûye ku nexweşîya kujek ya înfluenzeya Balindeyan bi 13 kesên Endonezî re heye.
Karbidestên parêzgeha Asahan ya li Sumatra Bakur dibêjin piştî ku heftîya buhurî piranîya mirîşkan li gundê Air Batu ji nişkêva mirine îşaretên nexweşîya Avian Flu (Înfluenzeya Balindeyan) di gundîyan de jî derketîye.
Ceribandin anku testên li ser mirîşkan nîşan daye ku mirîşk ji ber virusa kujek H5N1 ya nexweşîya avian flu mirine.
Ji sala 2003 were, ji dema ku cara yekê virusa H5N1 li seranserê Asya di balindeyan de peyda bûye heta niha li seranserê cîhanê zêdeyî 240 kes ji ber vê nexweşîya belav mirine. Bilindtirîn jimara kesên ku jiber vê nexweşîyê mirine bi jimara 111 kesan ya welatê Endonezya ye.
Mirov tenê ev nexweşî bi temasa balindeyên nexweş werdigrin.
Şareza ditirsin ku ev vîrus şiklê xwe biguherîne û têkeve şiklekî nû ku dinav mirovan de jî bi hêsanî belav bibe û bibe egera mirina bi milyonan mirovan.