Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neh serbazên Turk di encama teqîna bombeyek rexê rêkê li rojhilata welatî hatin kuştin


Neh serbazên Turkîye di encama teqîna bombeyek rex rêkê da li rojhilata welatî hatine kuştin weku yek ji êrîşên herî bikujên serhildayan ku îsal bo ser hêzên Turkîye hatine encamp dan.

Bi ew teqîna roja duşembîyê ya ser bi otomobîlek leşkerî li wilayeta Erzincanê evserek Turk jî dinav wan kesên kuştî de ye û du serbaz jî birîndar bûne.

Heta niha çi alîyekî xwe weku berpirsyarê bûyerê nedaye nasandin.

Teqîn li cihekî çêbûye ku serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê şerrê hêzên Turkîyê têde kirîne.

Piranîya caran PKKê bombeyêt rexê rêkê di êrîşên xwe de bikar tînit.

PKK herwisa da zanîn ku ew li pişt teqandina borîyêt veguhastina petrolê li heftîya buhurî li Erzincanê ku bûye egera çêbûna agirekê û ragirtina guhastina petrolê.

XS
SM
MD
LG