Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê kesek xwekuj ku cilûbergêt jinan liber da bûn xwe teqand


Li Iraqê kesek xwekuj ku cilûbergêt jinan di ber da bûn xwe teqand û di encama êrîşê da ku kêmek mabû parêzgarekî û generalek pillebilindê Iraqê bikete armanc, du kesên din hatin kuştin.

Karbidestên Amerîka û Iraqî dibêjin ew teqîn roja sêşembîyê li nêzîk karwanek parêzgarek parêzgeha Diyala û qumandarê hêzên peyadeyên Iraqê çêbû û herdu karbidest bêy hingavtin ji wê êrîşê rizgar bûn ku li paytextê parêzgeha Baquba hate kirin.

Leşkerê Amerîka dibêjît êrîşberî bizavê kirîye ku xwe bigihînîte karwanê wan karbidestan demê serbazên Iraqê hayîdarên gefê bûne, teqe li wî kirîne ku di encam de maddeyên teqînê pêre hatine teqandin.

Hejîyî gotinê ye ku karbidestên Iraqî piştî wê teqînê qedexe kirina hatin û çûnê li Baquba ragihandine.


XS
SM
MD
LG