Serokê Amerîka George Bush daxwaz ji Rusya kirîye ku rêzê ji soza xwe pêgirbûna xwe bi agirbesa li Gurcistanê bbigrît û hêzên xwe bi paş ve bikêşît.
Birêz Bush roja çarşembîyê li Seraya Sipî got ku ew sebaret wan raportan nîgeran e, yên dibêjin Rusya kiryara xwe ya leşkerî li Gurcistanê hetanî piştî ragihandina hindê ku operasyon bi domahî hatine neragirtine.
Birêz Bush Wezira Derveya Amerîka Condoleezza Rice dihinêrît Fransa ya ku pêşengîya bizavêt aştîyên Ewropa diket û herwisa diçîte Gurcistanê jî ku piştgirîya Amerîka ya birêz Bush gotî bê nîgerani jibo hikumeta wê ya demokratîk nîşan bidet.
Piştî hingê Rice gote rojnamevanan eger Rusya zêdegavîya ser wê agirbesê biket dê tenê guşegirîya navnetewî ya wî welatî kurtir bibit.