Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê bi êrîşên bombeyan heft kes hatine kuştin


Leşkerê Amerîka li Iraqê dibêjît êrîşêt bi bombeyan roja çarşembîyê bûne egera kuştina heft kesan ku dinav de serbazek Amerîka jî heye.

Leşkerê Amerîka dibêjît teqînêt bombeyêt rexê rêkê bûne egera kuştina çar kesêt sivîl û serbazek Iraqî li Geyare û Musilê li bakurê Iraqê û ragihandine didete zanîn ku êrîşa Geyare evserek polîsê Iraqîyê berê kire armanca xwe.

Leşkerê Amerîka eşkere dike ku li Bexdayê di encama teqîna bombeyek rexê rêkê da serbazek Amerîkî û wergêrek Iraqî hatine kuştin û ew ragihandine dibêjît teqîna otomobîla wan hingavt demê ew li bakurê rojavayê Bexdayê di rêkî da bûn.

Li cihek din polîs ragihand ku li nêzîk Kerkukê kesek xwekuj otomobîla xwe li nêzîkî karwana bajêrvanê bajarê El Mutlaq Evdilkerîm Elî Nesîb teqand û di encam de ew bajervan digel alîyê kêm sê nobetdarêt wî birîndar bûn.



XS
SM
MD
LG