Serokwezîrê Rusya Vladimir Putin Amerîka tometbar dikit bi mezin kirina kêşeyên Gurcistanê ku bo sude û feydeya yek ji berbijarên serokatîya Amerîka.
Di hevpeyvînekê de digel bernama televizyonê CNN rêzdar Putin got karbidestên berevanîya Rusya gote wî ku Amerîka Gurcistan pal da bo hêrîşa li ser devera Ossetia Başur.
Serokwezîrê Rusya negotî kanî ew sud û feyde jibo kîjan berbijarî ye.
Peyivdara Seraya Sipî Dana Perino gote ku gotinên Putin ne dirustin. Wê got karbidestên berevanîya Rusya şîret û pêşnîyazên xelet û nedirust didin rêzdar Putin.
Cîgirê Wezira Derveya Amerika Robert Woot eynî pêşnîyaza peyivdara Seraya Sipî gotî û got ku xuyaye ku Moskow hewl dide berpirsyaretîya kiryara xwe ya ser Gurcistanê biguheret.