Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji ber barova Gustav heft kes jîyana xwe ji dest dan


Barova Tropîk ya Gustav her ku berev başûra Amerîka ve diçe hêza wê kêm dibe.

Navenda Netewî ya Barovan li Miami dibêje leza buhurîna bayê barovê daketîye ser di demjimêrekê de 75 kîlometran. Wisa tê çaverê kirin dema ku barove li şeva sêşemê bigihîje wilayeta Teksasê dê wek bablisokek tropîk hêza wê kêm bibe.

Duhî duşembîyê dereng wext karbidestan gotin ku heft kesan jîyana xwe ji dest daye ku du kes ji wan jiber ku dar bi ser mala wan de ketîye mirine û çarên din jî li rûdawî otomobîl de mirin.

Seqanas dibêjin dê Gustav heta roja pêncşembîyê li hin deverên Louisiana, wilayetên cinarên Mississippi, Arkansas û Teksasê baraneke bi qasî 15 heta 30 santîmetran bibarîne.

Gustav ji dema ku li roja duşembîyê li qerexê New Orleans xist lezbûna bayê wê di saetekê de 175 kîlometre bû ku heta niha ev jimar gelek daketîye xwarê.

Karbidestan fermana valakirina bajêrî dabûn bi tirsa ku wê sîstema parastina ji lehîyê ya bajêr têk biçe. Belê karbidest dibêjin bendên ku berî sê salan piştî karêsata Katrîna dest bi avakirina wan hatibû kirin û avakirin hêjta berdewam e li ber Gustav neşikestine.

XS
SM
MD
LG