Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanista Pakistanî Afya Sediqî red kir ku amade be li dadgeha Amerîkî


Jineke Pakistanî hatîye tewanbar kirin bi bizava hewl dana kuştina endamekî hikumeta Amerîkî li Afganistanê û red kir ku li dadgeha Amerîkî li roja pêncşembîyê amade bibe.

Parêzerên Afya Sedîqî dibêjin wê red kir jiber birînên wê yên li dema girtina wê destûr nadin ku vekolîna tazî li ser bête kirin û amade nîne ku were pêş dadgehê.

Sedîqî hatîye tewanbar kirin bi peywendîyên bi terorîzmê re. Parêzerên wê yê berevanîyê dibêjin ku rewşa wê ya saxlemîyê gelek xerab e û daxwaz kirin bo veguhastina wê bo nexweşxanekê da ku biryarê bidin ka ew dikare li dadgehê amade bibe yan na.

Dadpirs dibêjin dema ku karbidestên Amerîkî xwestine ku vekolînê li ser wê bikin Sedîqî tifengekê bi destve xistîye û teqe li efserekî Amerîkî kirîye.


XS
SM
MD
LG