Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sarkozy îro berev Rusya ve diçît bo sengî danana ser rêberên welatî li ser kêşa Gurcistanê


Serokê Fransa Nicolas Sarkozy dê îro duşembî berev Moskow ve biçît da sengîyê bêxîte ser rêberên Rusya ku hemu hêzên xwe ji Gurcistanê vekêşin.

Birêz Sarkozy ku niha serokatîya Yekîtîya Ewropî diket li meha buhurî Rusya û Gurcistan gihandine rêkeftineka agirbestê. Ew dê herwisa bizava biket bo qayîl kirina Rusya bo hinartina zêrevanên medenî yêt Yekîtîya Ewropî bo Gurcistanê û danana jivanekê bo danûstandinên nêvnetewî li ser paşeroja herêmên cudabûhî yêt Gurcistanê; Ossetia Başur û Abxazya.




XS
SM
MD
LG