Kandidayê Demokratan jibo serokatîya Amerika Barack Obama û rikeberê wî yê Komarî John McCain carek din rexne li siyaseta hevûdu girtin li demekê da ew bizavê dikin berî hilbijartinên li meha 11 dengderan bo alîyê xwe rakêşin.
Herdu kandîdan roja sêşembîyê li wilayeta Ohio bizavêt xwe berdewam kirin dinav gotarekê de sebaret plana xwe ya xwendinê.
Senator Obama senator McCain tometbar kir ku serkeftî nebûye çi planana pêşnîyaz biket an piştgirîya planan biket jibo baş kirina rewşa xwendinê linav Amerika dinav muddehên wan 26 salên ew qanundarêjê wilayeta Arizona bûye.