Biryar e siyasetvanên Zimbabwe îro duşembîyê kom bin da rêkeftina dabeş kirina desthilatê mor bikin li Harare ya paytext piştî bi mehan danustandina bi navberîya serokê Efrîqa Başur rêzdar Mebaki.
Serokê Zimbabwe Robert Mugabe û rêberê rikeberîyê Morgan Tsvangirai ligel rêberên komelên rikeberên biçûk bi amade bûna hindek serokên Efrîqa, dê rêkeftina dîrokî mor kin.
Zanyarîyên zêdetir li ser naveroka rêkeftinê nehatîye eşkera kirin û çaverê tête kirin bi fermî piştî rêûresmên rêkeftinê bêne ragihandin.
Li dûv rêkeftinê birêz Mugabe dê bimîne wek serok û birêz Tsvangirai dê bite serokwezîr û dê di encam da Civata Wezîran helbijêrin.