Parlamanê Iraqê mafê parastinê ji endamê parlamanê yê Sunnî, ewê seredana Îsraîlê kirî li heftîya buhurî wergirt. Ewî bi mebesta beşdar bûnê li konferanseka li ser nehêlana terorîzmê seredana Îsraîlê kiribû.
Duhî yekşembîyê parlamana Iraqê biryara rêgirtinê li amade bûna Mîsal'l Alusî li kombûnên parlamanî girt herwisa rê neyête dan bo derveyî welatî biçitin.
Endamên parlamanê Iraqê daxwaza dadgeh kirina wî kirin bi tohmeta seredana welatekî dijmin.
Endamên îlmanîyên parlamana Iraqê rexne li biryara parlamanî girt.
Endamê parlamanê Eyad Celaleddîn gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka parlamanî mafê gunehbar kirina wî heye lê got divîya desthilatdarîya dadgehê mafê parastinê lê werbigre.