Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka berhemên kulturî yên ku ji Iraqê bi rêya neqanunî hatibûn derxistin vegerandin


Amerîka bêhtirî yek hezar berhemêt destşêkir yên kulturî vezivirandin ku bi neqanunî ji Iraqê hatibûne derêxistin.

Li balyozxana Iraqê li Washingtonê, roja duşêmbîyê ew zivirandineve ji alîyê serokê birêvebirina kelepur û mişextîyên Amerîka ve hate temam kirin ya ku xencerên kevn, peykerêt perestgehan û bi sedan cam û zêrcamêt ji xaka Rus hatine çêkirin digirte xwe.

Amerîka qedexe kirin êxiste ser veguhastina her kelûpelek kulturî ji Iraqê ve ku ew kereste dinav çar vekolînên cuda cuda da li sala 2001ê hatibûne berdest kirin.

Balyozê Iraqê bo Amerîka Semîr El Sumeydeyî spasîya xwe jibo vezivirandina wan kelûpelan nîşan da.


XS
SM
MD
LG