Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta Amerîka bi 85 milyar dolar deynan li hewara AIG çû


Hikumeta Amerîka razî bûye 85 milyar dolaran weku deynê destûdarê tengavîyê berhev biket jibo bi hewar çûna banqê bîmê yê herî mezinê Amerîka bi navê Grupa Navnetewî ya Amerîkîyan AIG.

Roja sêşembîyê dereng wext desteya desthilatdara banqayê ew deyne pejirand ew jî bi piştgirîya Wezareta Xezînedarîya Amerîka.

Banqa Navendîya Amerika da zanîn ku werşikestbûna bi wî awayî ya AIG dikarît wê astê bêhêzîyê pêşwext bazarên diravî dagirtîye bi awayek berçav zêdetir biket.

Wê ragihand ku hikumeta Amerîka dê 79.9% destkefta wê bîmê werbigrît.

AIG li ser lêva dakeftinê bû liber wê zerara dinav alozîya bazara avahîyan da ew digel berev rû bûbû.


XS
SM
MD
LG