Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî ve heft kes li Iraqê hatin kuştin


Karbidestên parastina Iraqî dibêjin di zincîreka hêrişên xirapkara de bi kêmî ve heft kes li seranserî Iraqê hatin kuştin.

Li Bexda, karbidest dibêjin çekdara roja yekşembî karbidestê bilindê wezareta navxwe, Ceneral Adil Ebbas, kûşt. Her li paytextê Iraqî, bi peqîna otombîlekê rêveberêkê wezareta diravî birîndar bu.

Li bakora Iraqê, hêrişberekê xwekuj otombîla xwe nizîkî xaleka vekolînê li bajêrê Kerkukê peqand û bi kêmî ve du kes hatin kuştin û 23 kesên dî birîndar bun.

Herwesa bi sedema peqîna bombekê nizîkî otobîsekê li rojhelata parêzgeha Diyale sê kes hatin kuştin û şeş kesên dî birîndar bun.

XS
SM
MD
LG