Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîka George Bush spasîya welatên ku serbazên xwe hinartine Iraqê kir


Serokê Amerîka George Bush spasîya rêberên welatên hevalbendên Amerîka kir liber hinartina serbazên xwe bo Iraqê bi merema alîkarî kirina pêşvebirina rewşa parastinê li wî welatî.

Birêz Bush roja sêşembîyê dinav rexcivînên kombûna Civîna Giştîya Neteweyên Yekgirtî de digel rêberên welatên hevalbend ku pişikdarin li Iraqê dîdar pêk anî.

Birêz Bush got gelek endamên hêza hevalbend piştî erkên xwe serkeftina li Iraqê cîbicîh kirin vegerîyane welatên xwe, ya ku wî gotî bi awayek berçav guhartin bixwe ve dîtîye.

Serokê Iraqê Celal Talabanî jî herwisa pişikdarî wê civînê bû û birêz Bush pesna rêberê Iraqê kir jibo ligor peyvên wî anîna bikujan bo pêşberî dadê, yên ku dixwazin demokrasîya Iraqê li jêrtêk bidin.


XS
SM
MD
LG