Karbidestên Turk ragihand 3ê meha 10 komeke çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê avêtin ser bingeheke leşkerî ya Bêzeê ya li navçeya Şemzînan a bi ser parêzgeha Colemêrgê. Karbidestan got di encama vê êrîşê de efserek jî tê de 15 serbazên Turk hatin kuştin 20 serbazên Turk jî hatin birîndar kirin.
Hat ragihandin ku rewşa 6 serbazan xedar e ku ew bi helîkopteran şandine Enqereyê. Her weha artêşa Turk di daxuynaiya sebaret bi vê êrîşê de diyar kir ku ji du serbazên Turk jî agahî nîn e. Hin serçavên nêzî PKKê ragihandin ku ev du serbaz dîl ketine destê serhildayan.
Karbidestan her weha diyar kir ku di êrîşê de 23 serhildayên Kurd jî hatine kuştin lê belê PKKê heta niha hejmara miriyên de xwe piştrast nekiriye. Hêjayî gotinê ye li herêmê serçavên serbixwe nîn in ku bi karibin hejmara mirî û kuştiyan piştrast bikin.
Karbidestan ragihand êrîş nîvro dora saet yek û nîvan de dest pê kiriye û serhildayan çekên giran bi kar hênane. Û li dij serhildayan kiryareke berfireh hatiye dest pê kirin ku tê de firokeyên şerrî û helîkopter jî tên bikar anîn. Her weha hat ragihandin serbazan çûn û hatina gundê Bêzelê jî qedexe kirine.
PKKê her weha di meha Gulanê de jî êrîş
biribû ser bingeha Bêzelê û di encamê de 6 serbaz hatibûn kuştin û avahiya
bigehê jî hatibû wêran kirin. Her weha PKKê di sala 1992'an de êrîş biribû ser
heman bingehê û 22 serbaz hatibûn kuştin.
Herweha hat ragihandin serokwezîrê Turk
Recep Tayyîp Erdoxan ku ji bo hin seredanên fermî pêk bîne çûbû
paytextaTurkmenistanê Aşkabatê gera xwe nîvco hişt û
got ew dê vegere Tirkiyê. Çav li rê bû ku erdoxan piştî Turkmenistanê here
Moxolistanê.
Herweha Hukumeta Herêmî ya Kurdistana Îraqê êrîşa Bêzelê şermezar kir. Karbidestekî Hukumeta Herêmê Cebbar Yawer diyar kir ku ew naxwzain tu kes were kuştin lewma ew her tim piştgiriyê didin çareseriyeke aştiyane.
PKKê di sala 1984'an de ji bo mafên dora bîst mîlyon Kurd ên li başûre rojhilata vî welatî li dij dewleta Turk dest bi şerê çekdarî kir. Tê guman kirin ku ji destpêka şerî û vir de 40 hezar kes di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî di destpêka sala 2008'an de artêşa Turk dest bi bombebaran kirina bakurê îraqê herêma Qendîlê kiribû ku digot lê çekdarên PKKê bingeh in.