Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma nizmbûna buhayê sehm û senedan li bazarên Asyayê berdewam e


Bazarêt sehm û senedan li Asya berdewamin li ser dabezînê ku roja duşembîyê kar kire ser diravê seranserê cîhanê.

Kompanya sehm û senedan ya sereke ya Çînê îro sêşembîyê destpêkir bi bazirganîyê bi dabezîneka pitirî 5% piştî ku roja duşembîyê pitirî 4% dabezî bû.

Li Amerîka Dow Jones Industrials roja duşembîyê bi domahî anî bi dabezîneka 3.5% li nav çar salên buhurî da bi raddeya jêrî 10 000î dabezî.

Li Ewropa jî kompanyayêt mezin azarek herî mezin kêşand ku rojek bi zarar derbaz kirin.

Ji alîyek dinve Wezîrê Xezîneya Amerîka Henry Paulson yek ji alîkarên xwe jibo rêvebirina ofîsek nû ya bi navê Ofîsa Seqamgirîya Diravî dîyar kirîye ku piştî pesend kirina plana 700 milyar dolarî ya bi hawarçûnê ji alîyê Kongresê ve li heftîya buhurî ew ofîse hate damezirandin.


XS
SM
MD
LG