Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta Pakistanê stratejîya dijî terorê aşkira diket


Karbidestên hikumeta Pakistanê çaverê dikin hevkarîya dirust li stratejîya dijî terorê îro dûşembê digel parlamanî eşkera bikin ku endamên parlamanî guh li şirova nexşa şerrî dijî tundrêyan li layê karbidestên agahîyên leşkerî bibihîsin.

Wa pêdiçe endamên kiryarên taybet ligel parlamanî bêxine ber behsan.

Li çêndîn heftîyên buhurî Pakistan keftîye ber hejmareka hêrîşan û ji wana teqîna hotela Îslamabad li meha buhurî û 55 kes di wê kiryarê da hatine kuştin.


Rêberêt piştevanêt milîtanêt Taliban gotin ew hêrîşe bersiva kiryarên leşkerî ye dijî milîtanan li herêma eşîretan li bakurê rojhilata Pakistanê.

Milîtan dibêjin bi kêmî ve 1000 ji wana hatine kuştin li devera başur li meha buhurî. Herwisa gotin li şer û pêkdedanên duhî yekşembîyê nêzîkî 20 milîtan hatine kuştin.




XS
SM
MD
LG