Nunerê pillebilindê Neteweyên Yekgirtî li Afganistanê dibêjît serhildana Talibanan bi ser başur û rojhilata welatî da belav bûye û bûye egera êrîşêt zêdetir bo ser xelkên sivil û karmendên alîkarîyê.
Kai Eide roja sêşembîyê gote Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî ku Afganistan ji sala 2002ê ve heta niha zêdetirîn hejmara êrîşan dinav meha heft û meha heyşt ya îsal bixwe ve dîtîye.
Wî got tundutujî bi radeyeka 40% li hevber kirin tevî heman demî li sala buhurî zêde kirîye û wê naçîtin ku bi hatina zivistanê jî hejmara wan êrîşan weku salêt buhurî kêm bit.