Karbidestên Afganistanê dibêjin çekdarên Taliban 30 kes kuştin ku zarok dinav wan da bûn li demê bi dû basa berev parêzgeha Qendehar ve diçûn.
Rêveberê polîsê xwocihî duhî yekşembê got ew kirdare li roja pêncşembê rû da li devera Minwand. Wî herwisa got milîtanan bizav kirin bo ragirtina basa yekê, le bizavêt wan sernegirtin û dest bi teqeyê kirin û zarokek li pêşahîya basê kuştin.
Wi herwisa got çekdaran amadekarî kirin bo revandina suwarên basa duwê ku nêzîkî 50 kes têda suwar bûbûn, le piştî hingê 30 kesên kuştî liber caddê hatine dîtin lê suwarên dî azad kiribûn.
Li alîyekî dîve peyivdarê Taliban berpirsyaretîya xwo li ser kuştina 27 serbazên Afganî ragihand, lê peyivdarê Wezareta Berevanîyê Zahir Azmî got çi serbaz dinav wan suwarêt basan da nebûn.