Serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka George Bush îro mêvandarîya kombûna li Seraya Sipî dike ku li wê derê dê ji welatên cîhanê bixwaze her li demên bi kêşeyên aborî jî be, ew li dijî hejarîyê şer bikin.
Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice, serokê Liberia Ellen Johnson Sirleaf û stranbêjê muzîka rockê û bizavkar Bob Geldof dê dinav bi sedan mêvanan da bin li vê kombûna yek rojî ya li ser pêşvebirina navnetewî.
Rêveberîya Bush dibêje her çênde aborîya cîhanê hêdî bûye jî, girîng e ku mirov xelkê jinav hejarîyê derîne û şerrê li dijî nexweşîyan bidomîne û fersend û bizavên bo xwendin û hîn kirinê zêde bike.
Rêzdar Bush dibêje ji welatên dewlemend re wezîfe ye ku dewlemendîya xwe bi yên hejar re parve bikin û piştevanî li berhem anîna dewlemendîyê bikin wek piştevanîya mafên mirovan û azadîya aborîyê.