Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice dibêje Iraqî dikarin bixwe berevanîye ji berjewendîyên xwe re bikin bêy harîkarîya Îranê 


Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice duhî pêncşembê ew têbînîyên xwe dan di bersiva tebînîyên serokê Îranê da yê ku daxwazê ji Iraqîyan dike rêkeftinê digel Amerîka red bikin.

Ew rêkeftin dê rêkê bide serbazên Amerîkî da li Iraqê bimînin, bo demê sê salên din, piştî muhleta Neteweyên Yekgirtî li meha 12 bi domahî bêt.

Karbidestên Amerîkî dibêjin bê rêkeftin hemu kiryarên leşkerên Amerîkî li Iraqê dê raweste.

Ajansa peyamên Îranê têbînîya ji alîyê serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad belav kir ku wî gotîye rêkeftina parastinê dê Iraqê lawaz biket û bihêlit, dê harîkarîya Amerîka bikit bo talan kirin û dizîya Iraqê.

Xanim Rice dibêje ew têbînî bi miciddî wernegirtîye ku Îran grupên bi taybet butce dike li başura Iraqê yên ku kesên bê guneh dikujin.

Wê herwiha piştevanîya rêkeftinê kir û got hêzên Iraqî hêjta şîyar nînin ku bixwe berevanîya welatê xwe bikin.

XS
SM
MD
LG