Serfermandariya Artêşaa Tirk ragihand firrokeyen şerri yên Tirk armancên li Bakurê Iraqê bombebaran kirine. Di daxuyanîya artêşa Tirk de hat gotin ku roja 28e meha 10, firrokeyên şerrî yên hêzên asmanî yên artêşa Tirk li Bakurê Iraqê heremên Xakurk, Avaşîn- Basyan u Zap bombebaran kirine. Her weha hat ragihandin ku hêzên piyade jî, ji erdê van hereman bombe kirine. Artêşê her weha diyar kir ku armancên li herêmê bi awayekî serkeftî hatinê lêdan u firroke bi silametî vegeriyane bingehên xwe yên li Tirkiye. Artêşê dibêje çekdarên PKK li Bakurê Iraqê bi cih u war in u ji bo êrîşên li Tirkiye li van deran tên perwerde kirin. Di daxuyaniyê de wekî din hat ragihandin ku di êrîşa asmani de firroke bi baldari tevgeriyane ku tu zirar negihije wargeh u xelke sivil. Hêjayi gotine ye Artêşa Tirk ji destpêka îsal û vir ve çendîn caran êrîşên asmani pêk anî li dij serhildayên Kurd ku li Bakure Iraqe ne. Çend hefteyên berî ji parlemena Tirk destura artêşa Tirk ji bo saleke din dirêj kiribû ku li derveyi sinoran li Bakure Iraqê kiryarên leşkerî li dar bixe. |