Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê erdhejyaneke bi hêza 6.4 bakura rojava welatî hejand


Karbidestên Pakistanê dibêjin jiber erdhejyaneke li başura rojava welatî bi kêmîve 160 kes mirine û tê çaverê kirin ku ev jimar hêjta bilindtir bibe demê kargerên hewarçûnê qurbanîyan ji bin erda xanîyên pelişî derînin.

Rêxistina Vekolînên Jeolojîyê ya Amerîka dibêje erdheja bi hêza 6.4, berdestê sibeha Çarşembîyê devera ku kêmî 100 kîlometran li bakura rojava Quetta ya paytextê Belucistanê hejandîye.

Erdhejê xanîyên bi axê avakirî yên bikêmive li heyşt gundên nêzî Afganistanê pelişandine û xelk li hêvîya alîkarîye di hewa serma de li derve civîyane. Karbidest we bawer dikin ku bikêmîve 12 hezar kes bê xanî mane.

Karbidestekî parêzgehê li Balucistanê ji çapemenîya xwecihî re got jiber erdhejê bi sedan xanî zîyan dîtine û tenê li devera wî bi kêmîve 80 kes mirine.

Ziyanek mezin li parêzgeha Zîyaret li Belucistanê bûye. Rêveberê bilind yê wê derê dibêje gelek kes birîndar bûne û gelek xanî xerab bûne.

Herwisa li bajarê Pişin yê nêzî deverê xelk mirine.

Leşkerê Pakistanê dibêje wan konan şandine deverê û herwisa ew dê nexweşxaneyên bar kirî bişînine deverên zîyan dîtî.

Li meha 10 ya sala 2005 li bakura rojhilata Pakistanê erdhejek bi hêz çêbûbû û jiber wê erdhejê 75 hezar mirov jîyana xwe ji dest dabûn.

XS
SM
MD
LG